Dadgeha Qanuna Bingehîn (AYM) ya Tirkîyê, 21’ê Hezîranê de nirxandina doza girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) qebûl kir, ya ku ji alîyê serdozgerekî li Enqerêyê hatibû amade kirin. Ev biryar, destpêka pêvajoyek dadwerî ya pir bi nîqaş bû ku dibe encamên mezin derxîne holê. HDP partîya duya ya herî mezin ya opozîsyona Tirkîyê ye û partîya welat ya herî mezin ya ku piranîya wê Kurd in, di parlementoyê de nûnertîya berjewendîyên siyasî yên Kurdan dike. Bi bernameya partîyê ya pêşketî ku cihêrengîya civakî û pirrengîyê derdixe pêş; HDP jibo tevahîya civakên marjînal parêzerê herî bi deng yê parlementoyê ye, tevî hemû kemhatîyên etnîkî, olî û cinsî.
Ger Dadgeh AYM biryara girtina HDP’ê bide, ev biryar ewê mafên bingehîn yên demokratîk yên bi mîlyonan hilbijêran asteng bike—û hevdem dê rewabûna hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê yên di 2023’an de, bide nîqaş kirin. Di rewşa herî xirab de, girtina partîyê dikare bibe sedema alozî û tundîtûjîya civakî.
Ji sala 2015’an û vir ve, dema ku HDP di encama hilbijartinan de, wek partîya yekê ku piranîya wê Kurd bûn di parlementoya Tirkîyêyê de cîh girt, ew bûye armanca êrîş û givaştinên berdewamî yên hikûmetê û hevalbendên wê. Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar (AKP), û hevalbendê wê yê piçûk, Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ya nîjadperest, hemû bi berdewamî HDP’ê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya dij-qanûnî re wekhev dikin, ya ku wek rexistineke terorê hatiye destnîşan kirin, da ku partîyê nerewa bikin. Tevahîya 56 parlementerên HDP’ê bi îdaya têkilîya wan bi terorê re heye û jibo propagandaya li ser navê rêxistina terorê, rûbirûyê lêpirsînên sûcdarîya ne; tawanbarîyên ku li ser destnîşankirineke pir berfireh ya terorê hatine avakirin. Bi hezaran endamên partîyê, tevî hevserokên wê yên berê û şaredarên hilbijartî, bi tawanên terorê hatine desteser kirin. Gelek parlementerên HDP’ê, tevî parêzvanê mafên mirovan yê navdar Omer Faruk Gergerlîoğlu jî, bi sedemên bêbingeh ji parlementoyê hatin avêtin.
Doza girtinê, qonaxa dawî ya vê pêvajoya şeş salan ya dijî HDP’ê tê meşandinê ye. Di îdîanameya mezin ya bi 843 rûpelî de, HDP jiber hevkarîya bi PKK’ê re û bi hewldana “hilweşandina yekîtîya dewletê” tê tawanbar kirin û her wiha jibo 451 endamên partîyê qedekirina ji siyasetê, tê daxwaz kirin. AYM dikare li dijî hikûmetê biryarê bide; bi biryareke surprîz ya di Tîrmehê de, biryara berdana Parlementerê HDP’ê Gergerlioğlu da. AYM’ê got ku mafên Gergerlioğlu hatine binpê kirin. (Parlamentoyê di 16’ê Tîrmehê de mafên wî ya parlamenterîyê jinûve bi fermî pejirand û ew vegerîya parlamentoyê.) Di heman demê de, ev dadgeh xwedîyê dîroka girtina partîyên siyasî ye û dikare bo HDPê biryara girtinê bide. Dadwerîya Tirkîyê di bin zextên giran yên siyasî de ye. Hejayê bîrxistinê ye ku doza girtinê hema piştî bangên domdar yên serokê MHP’ê Devlet Bahçeli ve di vê biharê de, jibo dozekî wiha, hat vekirin. Dadgeh, berîya ku biryareke bide ewê bê guman nerîna Erdoğan û hevalbendê wî MHP’ê, bide ber çavan.
Jibo ku doza girtina HDP’ê baştir were fêm kirin; sedem û armancên wê û her wiha encamên potansîyel yên qedexekirina partîyê, Merve Tahîroğlu ya pispora POMED’ê ye, bi Meral Danış Beştaş, ya endama HDP’ê re peyivî, parlamentereke ku nunertîya bajarê Edeneyê dike û cîgira hev-seroktîya partîyê ye.
Hikûmet çima hewl dide ku HDP’ê bigire?
Meral Danış Beştaş: Ez dixwazim bi bîrxistineke destpê bikim, hikûmeta AKP’ê bixwe ji du hewildanên girtinê yên serneketî (di 2002’an û 2008’an de) derbaz bû. AKP’ê di wan salan de, qala birînên bê derman yên ku bi girtina partîyan li Tirkîyê pêk hatiye, dikir. Her wiha, AKP’ê ev tecrûbe û gotar jibo guherandina qanûna bingehîn bi kar anî, ya ku di referandûma Îlona 2010’an de hat pejirandin, û bi qanûnên nû qirtina partîyên siyasî dijwar kir. Di rastîyê de, AKP bi armanca ku jibo tevahîya pakêta xwe ya guhertinên qanûna bingehîn, piştgirîya giştî bi dest bixe, ev mijara taybet ji xwe re kir bingeh.
Pêvajoya girtina HDP’ê, bi rastî di Hezîrana 2015’an de destpê kir (piştî serketina xurt ya HDP’ê ya di hilbijartinê de bû sedem ku AKP piranîya xwe ya dem dirêj ya li parlamentoyê winda bike). Polîtîkayên xirab yên Erdoğan, destwerdanên hikûmeta wî yên dijî jîyana mirovan, bersîva wî ya ser xwepêşandanên Gezîyê di 2013’an de, skandalên gendelîyê yên partiya wî û nêzîkatîya wî ya bi tevahî ne ji dil ya di derbarê pirsgirêka Kurd de, bûn sedema wê encamê. Dengdêran di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an, wek bertekekî hişyarî dan hikûmeta AKP’ê.[1] Encaman nîşan da ku mirov naxwazin ku AKP bi tenê serê xwe welat birêve bibe—û ew HDP’ê wek aktorekî girîng ya siyasî dibînin.
Ji hinge ve, AKP bi polîtîkayên tolhildanê bersîva têkçûna xwe dide. Yek taktîk binpêkirina girseyî ya mafên mirovan e. Binpekirina mafên mirovan yên berfireh yek ji şêwazane ye. Qedexeyên derketina derve yên li heremên Kurdan, şewitandina mirovan di jêrzemînên bajarê Cizîrê de ku piranîya wan Kurd in, êşkencekirina laşên mirovên kuştî ji alîyê hêzên ewlekarîyê, nîşankirina diwarên malên mirovan bi gefên kuştinê—tevahîya ev kiryarana dijî xurtbûna HDP’ê, beşek ji bersîva partîya desthilatdar bûn. Wan hewl dan ku partîya me ji hundir ve hilweşînin. Piştî hewla derbeyê ya 2016’an erkdarkirina qayûman li şûna şaredarên me û girtina şaredar û parlamenterên me, mînakên vê nêzîkatiyê ne.
Lê, tevî van polîtîkayên zordarî yên tepeserkirinê jî, windakirina AKP ya li ser sindoqan berdewam kir. AKP’ê, ev yek di hilbijartinên giştî yên di 24’ê Hezîrana 2018’an de (dema ku rêjeya dengên wê ji sedî 7 kêm bû û piranîya xwe ya li parlamentoyê winda kir), û di hilbijartinên heremî yên şaredarîyan yên 31’ê Adara 2019’an de (dema ku wê bajarên sereke yên mîna Enqere û Stenbol dijî partîyên opozîsyonê winda kir), dubareyî û jînûve dît.
AKP, îro di tevahîya polîtîkayên xwe de rûbirûyê têkçûneke giştî ye, di serî de polîtîkayên wê yên aborîyê. Bi sedema ku ew dîbîne ku nikare di sindoqên dengdanê de biserkeve, ew hewl dide ku bi rêkên dij qanûnî, desthilatdar bimîne. Jibo hebûna xwe, partîya desthilatdar neçar e ku gel bê deng bike û zordarîyê bi kar bîne. Hevdem, jiber ku AKP, HDP’ê wek hêzeke girse û nikare têk bibe dibîne, ew tûnekirina me armanc dike. Ew jibo têkbirina HDP’ê, darazê wek amûrekê bi kar tîne.
Ger Dadgeha Qanûna Bingehîn jibo girtina HDP’ê biryarê bide, dê encamên wê çi bin?
Girtina bi zorê ya partîyeke siyasî bê guman ewê zararê bide demokrasîya Tirkîyê. Kiryareke bi wî rengî rêbazek darbeyê ya eşkere ye. Her wiha, mîna ku pêşmînak nîşan didin, zarara ku jiber girtina partîyan çêdibe, bi rastî ne mimkun e ku were serrast kirin. Encamên demkurt, navîn û demdirêj yên girtina HDP’ê hemû yek in: siberojeke ya bi tevahî tarî. Îhtîmala girtina HDP’ê, tenê hilbijêrên me eleqedar nake. Em bahsa tişteke dikin ku bandorê li ser tevahîya welat dike. Girtin ewê bandorê li kesên ku piştgirîyê didin hemî partîyên siyasî bike û heya ku ser kesên apolîtîk in. Girtina partîyeke bi îdîanameyeke ku qanûnê binpê dike ewê bibe dîyarkirina fermî ku li welêt edalet tuneye.
Em vê xalê her dem destnîşan dikin, jiber vê yekê hinekî nirx û wateya xwe winda kiriye; lê, heke li welatekî edalet tunebe, wê demê welat jî tune ye. Dewleteke çiqas ji qanûna xwe ya bingehîn dûr bikeve, ewqas qanûnîbûna xwe winda dike; dibe dewleteke dij-qanûnî. Ger bawerî bi dadwerîyê tunebe, bawerî bi aborîyê jî pêk nayê. Ev, tê vê wateyê ku her ku mirov pirtir bi zordarîyê re rûbirû bimînin, hevdem ewê bi birçîbûn û xizanîyê re jî rûbirû bimînin. Mafên mirovan dê bi tevahî werin sekinandin. Emê kaosa ku ji kaosa îro jî mezintir e, bibînin.
Heke HDP were girtin, aborî jî niha baştir nebe; ewê demokrasî tunebe! Berevajî, heke HDP were girtin, polîtîkayên tepeserkirinê ewê li ser hemû alîyên civakê belav bibe. Ciwan, pîr, jin, zarok, astengber, komên kêmhatî û tewra yên ku difikirin ku ew piranîyê temsîl dikin; her kes ji bilî Qesrê û hevalbendên wê yên nêz dê zararê bibîne.
Ev doza girtinê dê kengî û çawa were rêvebirin? Dadgeha Qanûna Bingehîn(AYM) dê pêvajoyeke çawa bişopîne, hûn dikarin bi kurtasî bahs bikin?
HDP’ê di 9’ê Tîrmehê de îdîaname wergirt. Bi normalî, yek meh mafê alîyê ku tê tawanbarkirin heye ku parastina xwe radest bike, lê ew dikare li gor çarçoweya îdîanameyê zêde wextê bixwaze. Dadgehê 60 roj dem da me û roja parastina me wek 7’ê Îlonê dîyar kir. Me, di 11’ê Tebaxê de daxwaza dirêjkirina demê kir, û dadgehê 30 roj zêde da me.
Li gor pîvanan, piştî em belgeyên parastina xwe radest bikin, Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind ewê nerîn û gotara dewletê bi devkî li pêş dadgehê dîyar bike û herî dawî emê parastina xwe ya devkî pêşkêş bikin. Piştî vê peyvajoyê, raportorê dadgehê dê notên xwe radest bike, û dadgeh ewê biryara xwe ya dawî bide.
Ger dadgeh biryarê bide ku HDP wek “navenda kiryarên dijî qanûna bingehîn” tevdigere, mîna ku di îdîanameyê de tê gotin, ew dikare yan biryara girtina me bide yan jî alîkarîya aborî ya dewletê ya bo partîyê, qedexe bike. Jibo van biryaran ji sêyan dudyê dengan pêwîst dike, tê wateya ku 10 ji 15 endamên Dadgeha Qanûnî divê bipejirînin.
Dema doza girtinê, girêdayî rojeva Dadgehê û radestkirina dema parastina partîya me ye. Her çend tê zanîn ku li pêş Dadgehê zêdetirî du salan e ku dozên girtinê hene, lê, di heman demê de mînakên dozên partiyên ku di nav 4 mehan de hatine girtin jî hene. Jiber vê yekê pêvajoya dadwêrî dibe ku bi salan, yan jî çend mehan bidome. Xala girîng ev e ku em nikarin pêşbînîyê bikin ka pêvajo ewê çawa bimeşe, jiber ku ev di bingeh de dozekî siyasî ye, ne hiqûqî ye.
Li gor nerîna we îhtîmal heye ku Dadgeha Qanûna Bingehîn(AYM) biryara girtina HDP’ê bide?
Ev pirseke pir girîng e. Dema ku Dadgehê di paşerojê de biryarên pir dadmend û demokratîk daye, raya giştî jî dizane ku carnan dikare biryarên dijber û ne dadmend bide. Heke dadgeh biryareke dadmend bide, ewê partîyê negire. Ev bê guman mimkin e. Ev sazîyeke ye ku dikare biryarên dadmend û hûquqî bide—mîna ku me di bûyera (Ômer Faruk) Gergerlioğlu ya vê dawîyê de, dît.
Girîng e ku mirov vê yekê ji bîr neke, Dadgeha Qanûna Bingehîn xwedîyê dîroka qedexekirina partîyên siyasî ye. Di 60 salên dawî de, AYM’ê 25 partîyên siyasî girtiye—û di nava vê hejmarê partîyên ku di bin rejîmên leşkerî de hatine girtin, tuneye. Şeş partî li gor Qanûna Bingehîn ya 1961’an, û 19 jî li gor Qanûna Bingehîn ya 1982’an hatine girtin. Ji bilî Partîya Refahê, tevahîya van partîyan bi sedema “tehdîtkirina yekîtîya axa welat”[2] hatin girtin.
Mijara girîng ev e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê (ECtHR) di her yek ji van dozên girtinê de, Dadgeha Tirkîyê neheq dît. Ev nîşan dide ku Dadgeha Qanûna Bingehîn her dem biryarên çewt û îdeolojîk yên dijî normên dadwerî yên cîhanî daye. Bi rastî, di tevahîya belgeyên qanûnî yên Tirkîyê—Qanûna Bingehîn, qanûna cezayê, qanûna tawanan, qanûnên terorê, qanûnên hilbijartinê, û yên din—de mixabin pîvanên ku demokrasîyê asteng dikin û heya ku siyaseta demokratîk nemimkun dikin, hene.
Hevdem, eşkere ye ku Qanûna Bingehîn di bin gef û zexteke mezin ya hikûmetê de ye. Doza me li aliyekî, daxwaz hene ku Dadgeha Qanûna Bingehîn bixwe were girtin. Lê, gotina dawî ya ku ezê li ser vê bibêjim ev e ku ger AYM ji rêka hiqûqê derkeve û girtina HDP’ê hilbijêre, wê hingê bila têkçûyîna xwe dîyar bike.
Ewrûpa di vê pêvajoyê de dikare roleke çawa bilîze?
Pêşî divê em lê binêrin ku Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupayê (ECHR) û ECtHR, ya ku pîvanên ECHR’ê bi cîh dike, di derbarê girtina partîyan de çi dibêjin. Benda 11’an ya ECHR’ê azadîya rêxistinbûnê diparêze, û benda 10’an azadîya derbirînê diparêze. Girtina partîyeke tê wateya sînordarkirina van azadîyan. Û tekane sedema qanûnî ya vê yekê ew e ku heke jibo parastina civaka demokratîk kiryareke wiha pêwîst dike yan nake ye.
Xala girîngtir jî, ECtHR dîyar dike ku partîyên siyasî jibo ku demokrasî bi rêkûpêk bixebite, şewazeke rexistinbûnê ya bingehîn e, û jiber vê ew sedemeke xurt ya ku bi taybet di dozên girtina partêyan de pêwîst dike ye—ji dozên girtina rexistinên sivîl jî pirtir. ECtHR xwedîyê dîroka darizandina dijî girtina partjîyan e, û nava biryarên wê yên herî girîng de Tirkîyê heye.[3]
Di vê navberê de, Komîsyona Venedîkê (yan “Komîsyona Ewrupa ya jibo Demokrasîyê bi rêka Hiqûqê”), sazîya sereke ya şêwirmendîyê ya Konseya Ewrupayê (CoE) li ser mijarên Qanûna Bingehîn jî, dijî tawanbarkirina partîyên siyasî bêyî sedemeke xurt, hişyarî da. Komîsyona Venedîkê, pêwîstîya parastina azadîya derbirînê wek mafê partîyeke demokratîk ya di derbarê guhertina qanûna bingehîn ya welat de, destnîşan dike. Jibo partîyên siyasî ku li rêkên guherînê bigerin yan tewra şêwaza rêxistinkirina bingehîn ya dewletê ku heyî jî nîqaş bikin, hêmaneke sereke ya demokrasîyê ye.[4]
Bi kurtasî, ECtHR sazîyek e ku di derbarê dozên girtina partîyên li Tirkîyê biryara binpêkirinê peymana ECHR’ê daye. Li ser bingeha vê rastiyê, Ewrûpa divê prensîbên xwe yên siyasî biparêze. Hevdem, Tirkîyê endamê Konseya Ewrupayê ye û jibo endamtîya Yekîtîya Ewrupayê (EU) berbijêr e. Jiber vê sedemê, bi cîh anîna biryarên ECtHR’ê jibo Tirkiyeyê mecbûrî ye. Her wiha jibo welateke ku dixwaze bibe endamê Yekîtîya Ewrupa, şopandina pîvan û biryarên dadwerîya wê sazîyê yên di derbarê girtîna partîyan de pêdivî ye.
Amerîka di vê pêvajoyê de dikare çi rolê bilîze, dikare çi bike?
Bi destpêka hatina ser kar, Serok Joe Biden ji civaka navneteweyî re dîyar kir ku rêvebirîya wî ewê siyaseteke derve bişopîne ku pêşîtîyê bide mafên mirovan û demokrasîyê. Dîyar e ku ev doza girtinê wan nirxan rasterast binpê dike. Ev bendewarîya civaka navneteweyî ye ku Dewletên Yekbûyî ewê prensîbên xwe biparêze û polîtîkayên xwe yên mafên mirovan zelal bike.
Meral Danış Beştaş cîgira seroka koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) e û Parlementera Sêrtê ye. Ew parêzereke mafên mirovan e û di paşerojê li pêş Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) parastina gelek dozan kiriye. Beştaş, di salên berê de, wek rêvebira Rexistina Efûyê (AI) şaxa li Tirkîyê kar kiriye. Her wiha, Beştaş wek rêvebir û cîgira serokê revebirîya Baroya Dîyarbekirê (Amed) û mîna berpirsa Navenda Şêwirmendî û Serlêdanê ya Bo Mafên Jinan, xebitîye. @meraldanis.
Merve Tahiroğlu koordînatorê bernameya Tirkiyeyê ya POMED e. Merve li Stenbolê ji dayik bûye û mezin bûye, MA ji Zanîngeha Georgetownê MA û Dîrok û ji Zanîngeha Duke jî BA di Zanistên Siyasî de lîsansa xwe girtiye. Ew di heman demê de endamê Foruma Demokrasiyê ya Penn Kemble ya Neteweyî ya Weqfa Demokrasiyê ya 2020-21 e. @MerveTahiroglu.
PROJE LI DEMOKRASIYA ROJHILATA NAVNrêxistinek ne partî, nehfandî ye ku bingeha wê li Washington, DC ye, ku ji bo vekolînê ye ka çawa demokrasiyên rastîn dikarin li Rojhilata Navîn pêş bikevin û Dewletên Yekbûyî çawa dikare herî baş piştgiriyê bide wê pêvajoyê. Weşanên lêkolînê yên POMED analîzên kûr, orîjînal ên geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn pêşkêş dikin ji ber ku ew bi perspektîfên demokrasiya rastîn li herêmê û bi siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser demokrasî û mafên mirovan ve girêdayî ne. Bi diyalog, lêkolîn û parêzvaniyê, POMED ji bo xurtkirina qada hilbijartinê ji bo polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên ku bi aşitî piştgiriyê dide reforma li Rojhilata Navîn dixebite. Nerînên ku di weşanên POMED de têne gotin yên nivîskaran in û ne mecbûr in ku nerînên POMED nîşan bidin. Ji bo bêtir agahdarî, ji kerema xwe bi Cîgirê Rêvebirê Lêkolînê Amy Hawthorne re têkilî daynin amy.hawthorne@pomed.org. @awhawth.
NOTES:
1. Nota edîtor: Di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de, AKP’ê piştî hatina desthilatdariyê ya sala 2002’yê vir ve, cara yek ê yekem car piranîya li parlamentoyê winda kir
2. Nota Edîtor: Partîya Refahê ya ku berîya AKP’ê hebû, di sala 1998’an de jiber “gefxwarina dijî laîsîzmê-laîkperestiyê” hat girtin. Li Tirkîyê, cara dawî girtina partîyeke di 2009’an de pêk hat, dema ku Dadgehê Partîya Civaka Demokratîk (Demokratik Toplum Partisi) ya Kurd bi sedema “gefkirina diji yekîtîya axa Tirkîyê kir” qedexe kir.
3. Ew dozana: Doza 30’ê Rêbandana 1998’an ya Partîya Komunîst ya Yekgirtî/Tirkîyê ((Birleşik Komünist Partisi/Türkiye); Doza 25’ê Gulana 1998’an ya Partîya Sosyalîst/ Tirkîyê (Sosyalist Parti/Türkiye); Doza 8’ê Mijdara 1999’an ya Partîya Azadî û Demokrasîyê / Tirkîyê (Özdep /Türkiye); Doza Yazar ya 9’ê Nîsan’a 2002’ya /Tirkîyê; û Doza 13’ê Sibat, 2003’ya Partîya Refahê / Tirkîyê (Partisi/Türkiye).
4. Nota Edîtor:Ev referanseke ye ku dozgerê di îdianameyê de dibêje ku HDP dijî yekîtîya axa Tirkîyê gefê ava dike, bi îdaya ku piştgirîyê dide veqetîna Kurdan, destnîşan dike.HDP parêzvanîya veqetina Kurdan nake; lê, ew bi rengekî xurt piştgirîyê dide desentralîzasyonê û xweseriya herêmî ya li Tirkîyê.
|
Advancing Democracy Overseas – Not Isolationism – Protects American Interests, writes Tess McEnery and Patrick Quirk in the National Interest